Berdevkê Esîrên Ereb: Hêzên PKKê li Singalê êrîsî baregeha asayîsa Iraqê kirin...

09 December 2021 17:24 0 dîtin
Berdevkê Esîrên Ereb: Hêzên PKKê li Singalê êrîsî baregeha asayîsa Iraqê kirin...

PeyamaKurd - Berdevkê Eşîrên Ereb ên navçeyên Kurdistanê Şêx Hiwêt got ku doh roja 8ê Kanûnê çekdarên PKKê li Şingalê bi ser baregaha asayîşa neteweyî ya hikûmeta federal de girtine û destidrêjî li ser karmend û fermanberan kirine.

Berdevkê Eşîrên Ereb li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Şêx Hiwêt, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragiahandiye: “Hêzeke çekdar a ser bi rêxistina terorîstî ya PKKê ku ji 10 otomobîlan pêk hatibû, bi ser baregeha asayîşa niştmanî li nehiyeya şîmal ya navçeya Şingalê de girtiye û destidirêjî kirine ser karmendan û amarên karebayî û kelûpelên din şikandine û ji bilî wê jî jimareyeke otomobil jî têkşikandine.”

Şêx Hiwêr daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir rêxistina PKKê û çekdarên wê ji Şingalê derxe.