Du esîrên Ereb pistgiriya xwe bo HSDê ragihandin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî êrîşên komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wan dike û banga seferberiyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Şêx û rûspiyên êlên Tey û Şerabî yên Ereb piştevaniya xwe ji bo HSDê eşkere kirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî destpêkirina êrîşên ser Heleb, Til Rifat û Şehbayê banga piştgiriyê ji hemû xelkê Rêveberiya Xweser kiribû. Şêx û rûspiyên êlên Tey û Şerabî jî bi daxuyaniyên cuda piştevaniya xwe ji bo hêzên parastinê yên HSDê nîşan dan.
Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, êla Şerabî li gundê El Hemer ê bajarê Holê bi beşdariya bi dehan rûspiyên êlê û xwendina daxuyaniyekê ji aliyê şêx Bender Ubêd ve piştgiriya xwe bo HSDê diyar kir.
Dîsa serokê meclîsa eşîrên Tey a Ereb a Sûriyeyê şêx Hesen Ferhan jî li nivîsgeha xwe ya Qamişloyê, bi beşdariya rûspî û şêxên eşîrê daxuyanî da û ragihand, “Meclîsa Eşîra Tey pabendî parastina herêmê ye û ji me hemûyan tê xwestin ku li hember komên çete yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike ji bo dagirkirina axa me, têbikoşin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin