Cîgirê Esed li Qamislo bang li esîrên ereb kir: Zarokên xwe ji nav HSDê derxin!
PeyamaKurd –Cîgirê Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî Elî Memlûk ku doh serdana Qamişlo kiribû û bi eşîrên ereb re hevdîtin pêk anîbûn, bang li şêxên eşîrên herêma Cizîrê kir ku zarokên xwe ji nava HSDê vekişînin.
Şêwirmendê Ewlekariya Nîştimanî ya Sûriyê Lîwa Elî Memlûk doh 5ê Kanûnê ji Şamê bi rêya balafireke sivîl gihîştibû balafirgeha bajarê Qamişlo.
Li gorî çavkaniyên herêmê yên pêbawer, Elî Memlûk li hola taybet a balafirgeha Qamişlo bi Komîteya Ewlekariyê ya Parêzgeha Hesekê û hejmareke şêxên eşîrên Ereb re civiya.
Hat ragihandin ku Memlûk bang li şêxên eşîran kiriye ku zarokên xwe ji nava HSDê vekişînin.
Hêjayî gotinê ye, civîna Elî Memluk a bi şêxên eşîran re, piştî banga rejîma Sûriyê ya bo HSDê ku hat xwestin tevlî artêşa Sûriyê bibe hat encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin