Cîgirê Esed derbasî Qamislo bû

05 December 2019 17:44 0 dîtin
Cîgirê Esed derbasî Qamislo bû

PeyamaKurd - Cîgirê Serokomarê Sûriyê Elî Memlûk îro Pêncşemê derbasî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bû, bi mebesta hevdîtinan ligel serokeşîr û rûspiyên eşîrên herêmê bike.

Li gorî çavkaniyên herêmê biryar e Cîgirê Beşar Esed li Qamişlo hejmarek hevdîtinan ligel serokeşîr û rîspiyên eşîrên herêmê pêk bîne.

Lê belê nehat eşkerekirin ku, Cîgirê Beşar Esed wê bi rayedarên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtinan bike yan neke.

Hîn derbarê serdana Elî Memlûk de ti zanyariyên fermî nehatine belavkirin.

Elî Memlûk ku berê berpirsê saziya îstixbarata Sûriyê bû, ji 9ê Tîrmeha 2019an ve jî weke Cîgirê Serokomarê Sûriyê Beşar Esed yê ji bo karûbarên ewlehiyê hatiye desnîşankirin.