Hêzên Esed rê nadin alîkarî derbasî taxên Kurdan bibin: Ji sedî 75ê wan dixwazin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 25 kamyonên alîkariyê yên ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatine şandin, ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve 6 roj in hatine astengkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê berpirsên rejîma Esed gotine, bi şertê ku dest deynin ser ji sedî 75ê wan alîkariyan ew ê destûrê bidin.
Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm jî ji medyayê re daye xuyakirin, ji 6 rojan ve hikumeta Şamê alîkariyên ku ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şandine, li deriyê Tayihe yê di navbera Minbic û herêmên xwe de asteng kirine.
Li gorî çavkaniyên Şamê, piraniya alîkariyên ku ji bo Sûriyeyê re hatine şandin, negihîştine mexdûran û hêzên rejîmê dest datîne ser wan alîkariyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin