Esed: Niha derfet heye em ji sîstema navendî derbasî ya nenavendî bibin
PeyamaKurd - Serokomarê rejîma Sûriyê Beşar Esed îro 15ê Tebaxê seroktiya civîna Encûmena Wezîran a hikûmeta Şamê kir û ragihand, niha derfet heye ew ji sîstema deshilatiya navendî derbasî deshilatiya nenavendî bibin.
Beşar Esed got, deshilata navendî nikare karûbarên dewletê birêve bibe, lewra wan beriya sala 2011 yasaya birêveberiya xwecihî derxist, lê bi sedema derketina şer û aloziyan ew yasa nehate bicihkirin.
Esed diyar kir, niha derfet heye ew ji deshilata navendî derbasî deshilata nenavendî bibin û got, nenavendiya îdarî rê dide welatiyan zêdetir tevlî desthilatê bibin û hemû navçe bêne pêşxistin, bi taybet li gundewaran.
Beşar Esed di axaftina xwe de da zanîn, nenavendî hevsengiyê di navbera navçeyên dewlemend û hejar, bajar û gundewaran de çêdike û eşkere kir, ew dê vegerin rewşa beriya şer li Sûriyê, lê divê ew li gorî şert û mercên niha kar bikin.
Hêjayî gotinê ye, hefteya borî Beşar Esed ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya di bin serokwezîrtiya Hisên Ernûs de biryarnameyek ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin