Nêçîrvan Barzanî: Niha bingehek ji bo gotûbêjkirina hemû pirsgirêkên Iraqê heye
PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî got, niha bingehek ji bo gotûbêjkirina hemû pirsgirêkên Iraqê heye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima salvegera damezrandina rêxistina Bedir de ku li paytexta Iraqê Bexdayê hat lidarxistin de ev peyam dan:
“Sibe 9ê Nîsanê ye, yanî 20 sal di ser dîktatoriya Iraqê re derbas dibe. Niha dem hatiye ku em vê serkeftina ku me bi hev re bi dest xistiye bi bîr bînin. Em her du kongreyên opozîsyona Iraqê li London û Selahedîn bînin bîra xwe ku bernameya Iraqa demokratîk û federal hat diyarkirin. Di 20 salên derbasbûyî de hilbijartin bûye beşek ji jiyana siyasî. Ev jî pêşketineke girîng e. Li her welatî hilbijartinên azad ruhê demokrasiyê ye. Nûnertiya pêkhateyan ji aliyê parlamentoyê ve tê misogerkirin û Iraq êdî ji bo cîranên xwe ne metirsî ye. Iraq xwedî destûreke demokratîk û federal e. Ev hemû xalên bingehîn ên guhertina sîstema îdarî li Iraqê ne. Bê şik di van 20 salan de gelek xeletî hatin kirin ku divê bên rastkirin. Dîsa ji bo vê jî divê pirsgirêka kêmbûna rêjeya tevlîbûna hilbijartinê bê çareserkirin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir KU divê li ser navê hemû pêkhateyên Iraqê ders ji vê ezmûnê bê derxistin û got, eger pêkhateyên Şîe, Sunne, Kurd, Mesîhî û pêkhateyên din li Iraqê xwe serkeftî bibînin, Iraq wê serkeftî be. Iraq bi pirçandiyê dikare bi ser bikeve. "Dîroka 102-salî ji me re eşkere dibêje ku divê em bi hev re beşdar bibin."
“Ez kêfxweş im ku birêz Mihemed Şîa Sûdanî bi ciddî bernameya hikûmetê pêk tîne. Ev jî bi saya piştgiriya hemû alîyan e.” Nêçîrvan Barzanî got, “Em ê berdewam bin li ser piştgirîkirina sefera Serokwezîr di vî warî de li Herêma Kurdistanê. Rêkeftina hinartina petrola Herêma Kurdistanê di astek mezin de gaveke mezin e. Ji vir ve pîrozbahiyê li Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şandeyên her du aliyan dikim.
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got:
“Rêya rast a hemû aliyan rêya navxweyî ya Iraqê ye. Çareserî serwerî û pêşketina Iraqê ye. Ev jî baweriya gel bi hikûmetê zêde dike. Eger em çareserîyeke li ser Iraqê armanc bikin, piştrast bin em ê niha û di paşerojê de aramî û serkeftinê bi dest bixin.
Beriya 10 salan Serok Barzanî nêrîneke stratejîk weke nîşaneya dilnizmî pêşkêşî aliyên Iraqî kir. Wî daxwaza vegerandina destûrê kir ku bi hev re rûnin û pêşî li bûyer û karesatên mezin bigirin. Mixabin ev nehat kirin. Bûyer û karesatên mezin li Iraq û herêmê qewimîn. Îro li Iraqê rewşek geşbîntir heye. Em di wê baweriyê de ne ku niha zemînek heye ku li ser hemû pirsgirêkan nîqaş bên kirin. Ji ber vê yekê divê em bi niyeteke pak, bi xeyal û li ser esasê çareseriyeke netewî destpê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin