Nêçîrvan Barzanî: Niha dema astiyê ye, divê pirsa Kurd bi astiyê bê çareserkirin

08 September 2019 15:19 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Niha dema astiyê ye, divê pirsa Kurd bi astiyê bê çareserkirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li civîna bi şanda HDP û KCDê re got, "Niha dema aştiyê ye û divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi riya aştiyê çareser bibe, ji ber ku şer ti tiştî çareser nake û nabe ti derfet bo aştiyê li Tirkiyê bê jidestdayîn."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di hevdîtineke li gel şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bi Serokatiya Hevserokê HDP Sezaî Temellî, ku îro yekşem 08/09/2019 li Hewlêrê birêve çû, tekez li wê yekê kir ku hewlên ji bo destpêkirin û serxistina proseya aştîyê li Tirkiye berdewam bibin û ew jî çi bikeve ser wan kêmasiyê nakin.

Şanda HDPê ji bilî pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo destbikarbûna wekî Serokê Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji bo rêzdar xwest û spasî bo hewlên derbasbûyî û niha yên birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo aştiyê kir û diyar kir ku aştî li berjewendiya tevahiya gelên Tirkiyê de ye û gelê Kurd daxwazkarê aştî û çareseriya aştiyane ye.

Herwiha malpera Serokatiya Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de herdu alîyan rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din jî guftûgo kirine.