Nêçîrvan Barzanî: 'Sîstemeke dirust a perwerdehiyê garantiya niha û pêseroja gelê Kurdistanê ye'
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê di Konferansa Perwerdehiyê ya Zanîngeha Amerîka-Kurdistan a Duhokê de ragihand, sîstema perwerdê li herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi dûvçûneke cidî heye.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê li likonferansa perwerdê li zankoya Amerîkî – Kurdistan li Duhokê gotarek pêşkeş kir û got: “Pêwîste em hemû li herêma Kurdistanê pêkve û bi wêrekî û eşkereyî pirsgirêkên perwerdê binîn ziman ku bên çareser kirin.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Zanist û teknolojî bilez pêş dikeve û eger li gel pêşkeftina zanist û teknolojiyê em neçin emê paş bikevin.”
Serokê herêma Kurdistanê behsa girîngiya çaksaziyê di sektora perwerdê de kir û diyar kir: “Sîstemeke dirust a perwerdehiyê garantiya niha û pêşeroja gelê Kurdistanê ye.”
Nêçîrvan Barzanî pêwîst zanî sîstema perwerdê li herêma Kurdistanê li gor standartên cîhanî be û ragihand: “Divê em lez bikin di çaksaziyê û başkirina sîstema perwerdê de.”
Serokê herêma Kurdistanê diyar kir sedema serekî ya serkeftina welatan guhertina di sektora perwerdê de ye û nimûne jî wek pêşkeftina Hindîstan û Koreya Başûr nîşan da ku di warên perwerde û pîşesaziyê de serkeftineke mezin bidest xistine.
Nêçîrvan Barzanî got ku sektora perwerdê û xwendina bilind zêdetir girîngî bi zanist, teknolojî, endazyarî û bîrkarî heye û destnîşan kir, ev çar beş li gel hev çareseriya piraniya pirsgirêkan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin