Nêçîrvan Barzanî: Nexwesxane û tîmên me yên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne

22 August 2022 10:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Nexwesxane û tîmên me yên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hilweşîna beşek ji Qetareya Îmam Elî li Kerbelayê peyamek belav kir û got: “Nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê û tîmên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne.”

Li bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê roja Şemiyê beşek ji avahiya ku li Qetareya Îmam Elî li ser kaniyeke avê hatibû çêkirin herrifî û hejmarek kes di bin kavilan de man û li gor agahiyên dawî heta niha 5 kesan can dane.

Hat ragihandin, hîn hejmarek kes di bin kavilan de ne û tîmên hewarçûnê û berevaniya sivîl a Iraqê hewl didin wan kesan rizgar bikin.

Di derbarê bûyerê de jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî do bi peyamekê hevxemiya xwe nîşan da û got: “Mixabin me nûçeya herrifîna Qetareya Îmam Elî bihîst ku tê de hejmarek welatiyan can dan û hejmarek jî birîndar bûn.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê û tîmên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne.”