Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne birîndarên nexwesxaneya Bexdayê pêswazî bikin

25 April 2021 10:26 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Em amade ne birîndarên nexwesxaneya Bexdayê pêswazî bikin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser şewata nexweşxaneyê ya Bexdayê da xuyakirin ku ew amade ne pêşwazîyê li birîndarên şewata Nexweşxaneya Îbnî Xetîb a Bexdayê bikin.

Nêçîrvan Barzanî li serê bûyera şewatê ku bi dehan kesan can daye û hejmarek zêde kes jî birîndar bûne serxweşî li malbat û kesûkarên qurbaniyan û tevaya gelê Iraqê kir û diyer kir, ew hevsoz û hevbeşê xem û kûl û kovanên wan e û ji xwedayê mezin xwest ku canê qurbaniyan bi dilovaniya xwe şad bike û birîndaran jî zû baş bike.

Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî amade ye bo hemû alîkariyên pêwîst. Nexweşxaneyên Kurdistanê bi temamî bo pêşwazîkirina birîndarên bûyerê amade ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekez kir ku divê alîyên peywendîdar sedemên derketina agir eşkere bikin û lêpirsînê li her kêmtirxemiyekê bikin û hemû rêkarên selamtê li her  cihekî bigrin ji bo ku bûyerê wiha bi êş li ti cihekî welat dubare nebe.