Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim ev hilbijartin bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust

10 January 2022 13:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim ev hilbijartin bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê, bi peyamekê pîrozbahî li Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê kir û hêvî kir ku ev hilbijartin bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust û Iraqê ber bi qonaxeke nû ve bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 10/01/2022,  ji bo hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, peyamek belav kir û pîrozbahî li Serokê Parlamentoyê û her du cîgirên wî kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêviya xwe derbirî û got: “Hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust li welat ku komkera hemû hêz, alî û pêkhateyên welat be û Iraqê ber bi qonaxeke nû ya aramî, seqamgiriya siyasî û karkirina bi hev re araste bike, ji bo xizmetkirina zêdetir û niha û pêşerojeke baştir ji bo welatiyan.”

Li parlamentoya Iraqê roja Yekşemê, 09/01/2022, dengdan birêve çû û di encamê de Mihemed Helbûsî careke din wek Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Hakim Zamlî wek Cîgirê Yekem û Şaxewan Ebdullah jî wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin.