Rêveberiya Dêrazorê bang li esîrên Ereb kir: Guh nedin îdiayên serê Kurd û Ereban!
PeyamaKurd - Rêveberiya Dêrazorê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, li şer pevçûnên dawî û aloziya li Dêrazorê daxuyanî da.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya meclîs herêmî ya herêma Seba Kîlo ji aliyê hevserokê meclîsê Mihemed El Receb ve hat xwendin de, bang li eşîrên herêmê hate kirin ku berpirsiyariyên xwe bicih bînin û guh nedin îdiayên şerê etnîkî yê Kurd û Ereban.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Rêveberiya Sivîl girîngiyeke mezin da bajarê Dêrazorê. Rêveberiya Xweser ji bo pêşxisitna rewşa civakî û rêveberî ya li herêmê kedeke bêhempa da. Li beramberî vê kedê jî hêzên dijber niha hewl didin ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibin. Bûyerên ku niha rû didin berdewama van hewldanan e. Aliyên dijber xwestin sûdê ji operasyona HSDê ya pêkanîna ewlehî û îstiqrarê û serdegirtina şaneyên terorî û bazirganên hişbirê bigirin. Li ser vê yekê saziyên rejîmê û alîgirên wê deriyên xwe yên nerewa kirin korîdorên veguhestina çek û çekdaran. Van koman di bin dirûşmên etnîkî û îdiayên ku şerê heyî yê Kurd û Ereban e de, dixebitin da tevliheviyê biafirînin û milkên giştî xirab bikin.”
Di dewamê de hate diyarkirin: “Em piştgiriya xwe bi hêzên xwe yên leşkerî re diyar dikin. Em ê li dijî hewldanên xirabkirina mûzaîka civakî ya ku bi xwîna pêkhateyên herêmê ava bûye, tê bikoşin. Em bang li eşîrên xwe didin ku wekî berê bighêjin asta berpirsyariyê û ji bo yekitiya nîştimanî bibin mertalên xurt. Em dibêjin Koalîsyona Navneteweyî berpirsê van rûdanan e. Em bang li koalîsyonê dikin ku di mîsyona wê ya têkoşîna dijî terorê de piştgiriyeke rasteqîn bide hêzên me da ku ewlehî li herêmê mîsoger bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin