Hakan Fîdan: Me serhildana esîrên Ereb ên li Dêrazorê pêsbînî dikir, ev destpêk e!

06 September 2023 19:09 0 dîtin
Hakan Fîdan: Me serhildana esîrên Ereb ên li Dêrazorê pêsbînî dikir, ev destpêk e!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, îro 6ê Îlonê li Enqere bi Endamê Komîsyona Berfirehbûn û Cîrantiyê ya Yekitiya Ewropayê Oliver Varhelyi re civiya.

Fîdan di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de, li ser şer û aloziyên di navbera HSD, Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hin eşîrên Ereb ên Dêrezorê de jî daxuyanî dan.

Hakana Fîdan diyar kir: “Serhildana eşîrên Ereb a li dijî YPGê mijareke ku me pêşbînî dikir bû. Divê li herêmê dawî li polîtîkayên bi taybetî zeftkirina Ereban bi destê YPGê bê anîn. Eger ev yek bi dawî nebe ev rûbirûbûn tenê destpêk e. ”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ragihand, li ser pêwendiyên ligel Yekîtiya Ewropayê jî got: “Em hêvî dikin ku ji bo pêşvebirina pêwendiyên me îradeyekê nîşan bidin û em dixwazin ew wêrektir bin.”