Hejmarek esîrên Dêrazorê li dijî HSDê banga serhildanê kirin
PeyamaKurd – Hejmarek erîş û hozên li herêma Dêrazorê li dijî HSD/YPGê banga rabûna ser piyan û serhildanê kirin.
Di daxuyaniya ku bi awayê nivîskî hatiye belavkirin de, li dijî îdiayên HSDê û Kurdan ku erd û zeviyên wan ji aliyê pêkhateyên eşîrên Bakkara yên Dêrazorê ve têne şewitandin hat derketin û banga serhildanê hat kirin.
Di daxuyaniya eşîran de tê diyarkirin ku tevî Hoza Bakkara li dijî şewitandina zeviyan têdikoşe jî HSDê .i ben laya şêxê wan Haçim El-Beşîr de girtiye û ew binçav kiriye û rêyên hejmarek gundên wan hatine girtin.
Di daxuyaniyê de navê eşîr û hozên wekî; Ukeydat, El Busarsya, El Buhabur, El Ubeyd, El Raviyin, El Cubur, Şammar, Tayyi, El Muhlemiyye, Harb, Udvan, El Valde, El Afadile, Inize, Beni Sab'a, El Nıaim, El Havatine, El Dıleym, El Şarabin û Ceys tê hejmartin û wiha tê gotin:
“Em bang li birayên ereb dikin li dijî ‘Kadroyên Qendîlê’ yên dewlemendiyên me didizin, ciwanên me digirin, bêrêziyê li kal û şêxên me dikin û erdên çandiniyê dişewitînin ji bo parastina şeref û rûmeta xwe serî rakin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin