Samê pistgiriya xwe ya bo esîrên dijî HSDê ser dikin pistrast kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, eşkere kir ku ew li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştgiriya eşîrên ereb ên Dêrazorê dikin.
Miqdat ji Sputnik Arabicê re piştgiriya Şamê ya eşîrên ereb di aloziya li Dêrazorê de piştrast kiriye û gotiye, “Bawer dikim, wê bi piştevaniya gelê Dêrazor û Hesekê, artêşa Sûriyê û hevpeymanên me, dagirkeriya Amerîka bidawî were.”
Miqdad diyar kiriye ku dirûşmên ‘bila Amerîka biçe’ û nêrîna wan yek e û got, “Em ê Sûriya azad, yekbûyî û serbixwe, ligel welatên din ên hevpeyman dinyayeke pir serî ava bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin