Esîrên erebên Sûriyê li dijî HSDê li Rihayê civiyan

01 July 2019 00:10 0 dîtin
Esîrên erebên Sûriyê li dijî HSDê li Rihayê civiyan

PeyamaKurd – Bi qasî 50 eşîr û hozên ereb ên Sûriyê ku ji Tirkiyê piştgiriyê distînin bi beşdarbûna 500 kesên vexwendî li mezreya Serêkaniyê ya Rihayê lihev civiyan.

Di civînê de, ji ber girtinên kêfî û şewatên zeviyan HSD û rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê hat tohmetbarkirin û li ser hewldan û serdana wezîrê Siûdî Tamir El Sabhan bo Dêrazor û Hesekê gotûbêj hatin kirin.

Şanda Siûdî ji eşîrên ereb xwestibû li dijî HSDê dernekevin û ji wan re gotibû, heger têkiliyên xwe ji Qeter û Tirkiyê bibirin ew dê pere bidin wan û rewşa wan baş bikin.