Esîrên erebên Sûriyê çûn Tehranê: ‘Îran ji bo hêzeke ereb ketiye tevgerê’
PeyamaKurd - Şêwirmendê Rêberê Şoreşa Îranê yê karûbarên navdewletî Elî Ekber Wîlayetî li Tehranê pêşwaziya hejmarek serokên hozên Ereb ên rojhilatê Firatê kir.
Hat ragihandin, di civîna ku Balyozê Sûriyê li Îranê Ednan Mehmûd amade bû de Wîlayetî destnîşan kir ku Îran li dijî avakirina herêmeke tampon li Sûriyê ye û li dijî her destêwerdaneke biyanî ye.
Li gor nûçeya Rusya Todayê Wîlayetî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump a derbarê hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê bo kontrolkirina petrolê şermezar kir û got: “Ev diziyeke eşkere ye û li dijî yasayên navdewletî ye.”
Wîlayetî li ser destûra nû ya Sûriyê jî got: “Her guhertinek li Sûriyê bibe, divê bi riya gelê Sûriyê be û bêyî destwedana dewleteke biyanî be.”
Rojnameya Şerqul Ewset jî di raporteke xwe de diyar kir ku Îran di dema dawî de hewl daye bi riya wan hozên Ereb, hêzeke çekdarî li parêzgeha Dêrazorê li nêzîkî hêzên Amerîkî pêk bîne û di wê çarçovê de jî, berî du rojan binkeyeke hêzên Îranî li bajarê Bukemal li parêzgeha Dêrazorê rastî êrîşeke balafiran hatibû ku tê gûmankirin ew balafirên Îsraîlê bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin