Sanda rejîma Sûriyê li ser vexwendina Îranê diçe Tehranê
PeyamaKurd - Rojnameya El-Watan a girêdayî rejîma Sûriyê ragihandiye ku îro Yekşemê şandeke fermî ya Sûriyê bi serokatiya Wezîrê Derve Feysal El-Miqdad li ser vexwendina Îranê serdana Tehranê dike.
Li gorî rojnameyê şanda bi seroktiya Feysel Miqdad û cîgirê wî Beşar El-Ceferî wê bi rayedarên pilebilind ên Îranê re bicivin.
Çavkaniyan diyar kiriye ku wê serdan 2 rojan dewam bike û wê di civînan de xurtkirina têkiliyên stratejîk ên her du welatan werin gotûbêjkirin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê ji dema hatiye ser kar ve cara duyem e serdana Tehranê dike ku yekem car e bi rêveberiya nû ya serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re danûstandina fermî pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin