Rûspiyên esîrên Dêrazorê: Li dijî êrîsên dewleta Tirk tevahiya esîrên li herêmê pistgiriyê didin HSDê

25 June 2022 10:59 0 dîtin
Rûspiyên esîrên Dêrazorê: Li dijî êrîsên dewleta Tirk tevahiya esîrên li herêmê pistgiriyê didin HSDê

PeyamaKurd – Rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê, li dijî êrîşên Tirkiyê piştgiriyê didin HSDê.

Li gor rûspiyekî ji qebîleya Igêdat, sekretêrê giştî yê Kombûna Eşîrên Bû Kemal Hewas El-Casim diyar dike: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Lê li dijî êrîşên dewleta Tirk, tevahiya eşîrên li herêmê piştgiriyê didin HSDê.”

Herwiha rûspiyê eşîra El-Merasîma Zîb Dawud jî êrîşên dewleta Tirk şermezar dike û dibêje: “Em qebûl nakin ku tu kes aramiya li herêmê têk bibe. Em ê li hember vê çek rakin û bi HSDê re bisekinin.”

Herî dawî Zîb Dawud bang li NY û rêxistinên mafên mirova dike ku bi lez destwerdanê bikin û êrîşan rawestînin.