Serqul Ewsed | Rûsya û Kurdan li hev kir: Dê li dijî Tirkiyê pistgiriya YPG/HSDê bike

29 May 2019 13:18 0 dîtin
Serqul Ewsed | Rûsya û Kurdan li hev kir: Dê li dijî Tirkiyê pistgiriya YPG/HSDê bike

PeyamaKurd- Hat îdiakirin ku Rûsya wê li dijî muxalifên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike piştgiriya YPG/HSDê bike.

Li gorî nûçeya Şerqul Ewsedê hat îdiakirin ku li bakur û rojavayê Sûriyê Rûsyayê û kurdan li hev kiriye.

Li gorî heman rêkeftinê Rûsya dê ji bo hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 3 xalên kontrolê ava bike û li deverên ku dikevin bakurê Helebê yên di navbera Tirkiyê û YPGê de leşkerên rûsî û hêzên YPGê werin bicîkirin.

Derbarê mijarê de çavkaniyekî Rojavayê ji rojnameyê re gotiye Rûsya bi tu awayê wê dest ji Til Rifetê bernade û nehêle ku Tirkiyê bikeve wê herêmê.

Biryara Rûsyayê ku dê 3 xalên kontrolê li Til Rifetê ava bike û nehêlê ku hêzên ku Enqere piştgiriya wan dike, têkevin herêmê balê dikşîne.