Mezlûm Ebdî û fermandarên HSDê bi serokesîrên Dêrazorê re civiyan
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ligel şandeke ji fermandarên HSDê pêk dihat serdana navçeyên Dêrazorê yên di kontrola Rêveberiya Xweser de kir.
Hat diyarkirin ku ev serdan ji bo kêmkirina aloziyên li wê herêmê ye ku beriya niha hin serokeşîr ji aliyê hin hêzan ve hatibûn kuştin û ji ber wê jî alozî û xwepêşandan çêbûbûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand, General Mezlûm Ebdî li gel şandek ji hêzên HSDê û Asayişê serdana gundewarên rojhilatê Dêrezorê kiriye.
Di vê serdana xwe de, Fermandarê Giştî yê HSDê roja Duşemê 17ê Tebaxê serdana navçeyên rojhilatê parêzgeha Dêrezorê kir û ligel serok eşîrên Ereb ên navçeyê û berpirsên xwecihî û saziyên serbazî û sivîl ên navçeyê hevdîtin pêk anîn.
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê, General Ebdî di serdana xwe ya Dêrezorê de ragihand, bakurê Sûriyê derbasî qonaxeke nû dibe ku ew hewl didin bigihîjin çareseriyeke siyasî ya li gor daxwaz û hêviyên Sûriyan.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk herwiha di serdana xwe ya bo Dêrezorê de daye xuyakirin, “Pêwîst e rêveberiyên xwecihî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan di zûtirîn demê de kar bikin.”
Hêjayî gotinê ye, beşek ji parêzgeha Dêrezorê di kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de û beşek jî di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye ku piraniya navçeyên li sînorê Dêrezorê ku bîrên petrolê û çavkaniyên enerjiyê lê ne, di kontrola HDSê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin