Mezlûm Ebdî sandeke HSDê sand sîna Emîn Îsa
PeyamaKurd - Şandeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ve hatibû erkdarkirin, îro Yekşemê serdana şîna malbata Emîn Îsayê endamê Partiya Demokrata Kurdistanî (PDKS) ku 28ê Hezîranê bi îşkenceyê di girtîgeheke Hesekê de hatibû şehîdkirin kir.
Pismamê Emîn Îsa Hejar Îsa ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin ku şand bi serokatiya Berpirsê Karûbarên Civakî yê HSDê Rêzan Gilo, serdana şîna malbata wan li gundê Bîrikê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê kiriye û ji wan re gotine: “Wan komîteyeke taybet a lêkolînê derbarê sedema mirina Emîn Îsa di girtîgehê de ava kiriye û Mezlûm Ebdî bi xwe serpereştiya wê komîteyê dike.”
Hejar Îsa daye zanîn, “Şanda HSDê di vê serdanê de tekez kir ku ew dê lêkolînên xwe yên pizîşkî û yasayî bikin û eger derket holê Emîn Îsa hatiye îşkencekirin, dê lêpirsîn bi wan kesan re bê kirin ku ew tawan pêk anîne.”
Herwiha hat diyarkirin ku şanda HSDê peyama Mezlûm EbdÎ ya sersaxiyê gihandiye malbata Emîna Îsa û hêvî kiriye, ev êşa dawiyê ya malbatê be û dubare nebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin