'Sandeke ku Mezlûm Ebdî jî tê de ye serdana Washington dike’
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku wê şandeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî di nav de, serdana Washington û Moskowê bike.
Li gorî rojnameya Milliyet a Tirk rêveberiya Joe Biden a Amerîkayê cara yekem amadekariya hevdîtinên berfireh ên siyasî bi aliyên siyasî yên herêmê re dike.
Rojnameyê diyar kiriye ku wê şandeke ji Rojavayê Kurdistanê ku Hevseroka Meclîsa Sûriye Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî di nav de ye serdana Washingtonê bike.
Herwiha rojnameyê diyar kiriye ku piştî vexwendina şandê di demeke kurt de vîze jî bo wan hatiye dayîn. Derbarê tarîxa serdanê de hîn ti agahî nehatine belavkirin.
Li aliyê din hefteya borî medya nêzîkî HSD û MSDê ya Rojava jî ragihandibû ku wê şandeke MSDê di demeke nêzîk de serdana Amerîka û Rûsyayê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin