Li herêma HSDê 2 esîrên ereb bi çekan serê hev kir: 2 kustî, 11 birîndar
PeyamaKurd – Li herêmên jêr kontrola HSDê de, di navbera eşîra Demîm a li gundê Behra û eşîra Ebû Herdan a li bajarokê Hecînê yên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê de şer derket.
Hat ragihandin ku di encama wî şerî de 2 kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyan piştî hêzên ewlehiyê destwerdana bûyerê kirine û şer rawestiyaye.
Şerê di navbera her du malbatan de di roja yekê de ji ber pirsgirêkên pereyên jeneratorê bû, roja duyan jî eşîra Demîm êrîşî eşîra Ebû Herdan kir û gule li hev du reşandin.
Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Yekser aliyên leşkerî û ewlehiyê destwerdan kirine û çav li rê ye bi nûnertiya rûspiyên herêmê alozî çareser bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin