Welatekî ereb hêzeke leskerî sand herêma HSDê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku welatekî nav nehatiye diyarkirin, hêzeke leşkerî bo piştgirîya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di şerê Dêrezorê de şandiye Rojavayê Kurdistanê.
Li gor Çavderiya Mafên Mirovan a navenda wê li Brîtanyayê ye, hêza welatekî Kendavê li herêma jêr kontrola HSDê ya Dêrezorê hatiye bicîkirin.
Çavdêriyê navê welatê xwediyê wê hêza leşkerî neda, lê diyar kir ku ew hêza welatê Kendavê ji bo piştevaniya şerê Dêrezorê hatiye bicîkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî beriya niha ragihandibû ku ew plan dikin li şûna hêzên amerîkî li Sûriyê hêzên leşkerî yên welatên ereb werin bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin