Hêzên Rûsyayê bi temamî ji Qerebaxê vekisiyan
PeyamaKurd – Hêzên aştiyê yên Rûsyayê ku piştê şerê Qerebaxê yê navbera Azerbaycan-Ermenistanê li herêma Qerebaxê di sala 2020an de hatibûn bicihkirin, pêvajoya vekişînê temam kirin.
Wezareta Bergiriyê ya Azerbaycanê ragihand, hêzên aştiyê yên demkî yên rûsî ku piştî şerê Qerebaxê yê 44 rojan di sala 2020an de li herêmê hatibûn bicihkirin, vekişîna xwe temam kirin.
Herwiha hate diyarkirin ku piştî temambûnna vekişînê ala Azerbaycanê li herêmê hatiye bilindkirin.
Qerebaxa di şerê 2020an de ketibû kontrola Azerbaycanê û bi navbeynkariya Rûsyayê jî di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de 10ê Mijdara 2020an peymana bidawîkirina şer hatibû îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin