Hêzên Îsraîlê ji rojhelatê Xan Yûnisê vekisiyan
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê hêzên xwe yên li rojhelatê Xan Yûnisê vekişandiye.
Ajansa Nûçeyan a Almanî (DPA) ragihand ku hêzên Îsraîlê îro serê sibê piştî êrîşa xwe ya 8 rojan a ku 22yê vê mehê dest pê kiribû, ji rojhilatê Xan Yûnisê yê Xezzeyê vekişiyan.
Navenda Ragihandinê ya Filistînê (PIC) ragihand ku bi mîsogerbûna vekişîna hêzên Îsraîlê re, bi hezaran kesên ji Xan Yûnisê dest bi vegera malên xwe kirine, lê belê herêm, ji gellek awayan ve wêran bûye.
Jêderên pizîşkî ragihandin ku piştî vekişîna artêşa Îsraîlê termên 14 kesan ji bajarokên Refah û Xan Yûnisa li rojhilatê Xezzeyê hatine derxistin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan û Ragihandinê ya Filistînê (Wafa), roja sêşemê tîmên pizîşkî yên filistînî termê welatiyê kêmendam Îyad El-Necar ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li mala xwe ya li Xan Yûnisê hate dîtin.
Wafayê di nûçeya xwe de diyar kir ku ji ber fermanên valakirinê yên domdar ên artêşa Îsraîlê, ji sedî 80yê Xezzeyê vala bûye, bi hezaran kes ji bajarê Xan Yûnisê direvin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin