Leskerên Rûsyayê ji Samê vekisiyan

14 December 2024 14:18 0 dîtin
Leskerên Rûsyayê ji Samê vekisiyan

PeyamaKurd – Piştî ku rejîm li Sûriyeyê ket bin kontrola komên çekdar, leşkerên rûs ên li paytext Şamê dest bi derketinê kirin. 

Şerê navxweyî li Sûriyeyê ku di bihara 2011an de dest pê kiribû, bi vegirtina gelek bajaran di çarçoveya operasyonên komên çekdar de di 27ê mijdarê de dest pê kiribûn û herî dawî bi girtina Şama paytext di 7ê kanûnê de û çûna Beşar Esed ji Sûriyeyê bi dawî bû. Piştî ku li Sûriyeyê serdema nû dest pê kir, leşkerên Rûsyayê li gelek bajaran herêmên ku lê bûn terikandin. Herî dawî leşkerên rûs ên li Şamê ji paytextê derketin û çûn Baregeha Hmeymîn a Rûsyayê ya li bajarê Tertûsê.

Piştî ku amadekariyên xwe yên li Şamê bi dawî kirin, bi dehan maşînên leşkerî û zirxî bi leşkerên rûs re bi karwanekî ji bajêr derketin. Dema ku wesayitên ku ji paytext Şamê derketin ber bi baregeha Tertûsê ve diçûn, mixalefet û sûriyeyiyên ku karwan dîtin bertek nîşanî leşkerên Rûsyayê yên li ser rêyê ala nû ya Sûriyeyê vekirin.

Karwanê rûsî piştî ku ji paytext Şamê derket, gihişte Baregeha Hmeymin a ku bi qasî 20 kîlometre dûrî Bendera Laziqiyê ye.