Leskerên Rûsyayê ji çavdêriya Hamayê vekisiyan

07 June 2019 22:46 0 dîtin
Leskerên Rûsyayê ji çavdêriya Hamayê vekisiyan

PeyamaKurd- Bi sedema ku rejîma Sûriyê êrîşên xwe bo ser bakûrê Hamayê zêde kir, leşkerên Rûsyayê yên ku di noqteyên çavdêriyê de hatibûn bicîhkirin, ciyên xwe vala kirin. Muxalifên rejîma Sûriyê do êvarê li bakûrê Hamayê dest bi operasyona ser hevkarên rejîmê kirin. Hêzên muxalefetê li bakûrê Hamayê zêde bi pêşde çûn, lewra Rûsya noqteyên çavdêriyê va kir.

Operasyona navborî niha jî dewam dike. Mûxalefet do êvarê Cubbeyn, Tel Mellah û Kafr Hûd ê xistibûn destê xwe. Lê vê sibê bi sedema bombebarana hêzên rejîmê û Rûsyayê, muxalefet ji gundê Kafr Hûdê vekişiyan.