Li Iraqê, êrîsî baregeha leskerî ya Amerîkayê hat kirin

01 May 2022 18:15 0 dîtin
Li Iraqê, êrîsî baregeha leskerî ya Amerîkayê hat kirin

PeyamaKurd-Li bajarê Anber ê Iraqê, êrîş li baregeha leşkerî ya Amerîkayê hat kirin. Heta niha di berbarê êrîşê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Hat ragihandin ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Eyn el-Eseda Anbera Iraqê, rastî êrîşeke moşekî hatiye. Li gorî agahiyên destpêkê; moşekên ku hatine avêtin, li derdora baregehê ketine. Heta niha di derbarê êrîşê de daxuyaniyeke fermî nehatiye ragihandin.

Piştî ku General Kasim Suleyman, di sala 2020an de li paytexta Iraqê ya Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin, dem bi dem kesên nasname ne diyar, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê dikin.