Senatorên Amerîkî li ser pistevaniya Kurdan xwedî yek nêrîn in

22 November 2019 20:46 0 dîtin
Senatorên Amerîkî li ser pistevaniya Kurdan xwedî yek nêrîn in

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen ku yek ji wan kesên projeyasaya cezayên bi ser Tirkiyê de amade kiriye, dibêje ku rêveberiya Trump naxwaze niha li ser wê projeyasayê dengdan li senatoyê bê kirin û heger biçe ber dengdanê jî wê rêjeya vetokirina serok jî derbas bike.

Ji bo nehîştina wê astengiyê, roja Çarşemê Senatorê Demokratan, Chris Van Hollen pêşniyarek ji bo çareserkirina wê rewşê pêşkêş kir û daxwaz kir, hemû senator telefonî Serokê Senatoyê yê Komariyan McConnell bikin û daxwazê jê bikin, mijara cezakirina Tirkiyê li Senatoyê bixe rojevê.

Li gorî nûçeya Rûdawê Senotar Hollen piştî paneleke li Washingtonê gotiye, “Rêveberiya Trump piştgiriya projeyasayê nake û hez nake di dema niha de deng li ser wê projeyê were dayîn. Hinekan derbarê projeyê de dilgiraniya xwe anîne ziman. Pirsa mezin, heman rêveberiya Trump e ku dibêje, piştevaniyê li projeyê nake. Min bawerî heye ku eger îro li Senatoyê deng li ser projeyê bê dayîn, ewqas dengê me heye ku em bi ser vetoya serok de jî zal bibin.”

Li aliyê din hejmareke mezin senatorên komariyan jî amadebûna xwe bo dengdana cezakirina Tirkiyê bi sedema êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê nîşan dane ku senatora Komarî Marsha Blackbern jî dibêje: “Xelk dibêjin ku ew du partî li ser ti mijaran rêk nakevin. Hinek tişt hene ku em derbarê wan de hevnerîn in. Piştevaniya li Kurdan yek ji wan mijaran e.”