Senatorê Amerîkî: Ji bo ewlehiya me pêdivî bi pistgiriya Kurdan heye

05 September 2019 17:38 0 dîtin
Senatorê Amerîkî: Ji bo ewlehiya me pêdivî bi pistgiriya Kurdan heye

PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî yê Partiya Komarî Ted Cruz di panelekê de, got ku ji bo ewlekariya Amerîkayê pêdiviya wan bi piştgiriya Kurdan heye.

Cruz diyar kir ku piştî heyama seroktiya Donald Trump û rakêşana bi Îranê re, ewlekariya Amerîkayê jî ketiye xeteriyê û pêwîste piştgiriyê bide hevpeymanên xwe yên herêmê.

Cruz bal kişand ser ku ‘Li herêmê yekane şirîkên Amerîkayê yê pêbawer Kurd in’ û got, “Ji bo polîtîkaya derve û ewlekariya netewî ya Amerîkayê, pêwîste şirîkatiya Kurdan û Amerîkayê bidome û Amerîka piştgiriya hevpeymanên xwe yên Kurd bike û wan li ser lingan bihêle.”