Ji Îranê hemleya Amerîkaya Latîn: Bi 3 welatên alîgirên Rûsya re peyman îmze kir!

16 June 2023 20:16 0 dîtin
Ji Îranê hemleya Amerîkaya Latîn: Bi 3 welatên alîgirên Rûsya re peyman îmze kir!

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di serdana xwe ya 12ê Hezîranê ya welatên Amerîkaya Latîn; Venezuela, Nîkaragua û Kûbayê de, peymanên cûda yên hevkariyê îmze kir ku ew hersê welat jî dijberê Amerîka û alîgirên Rûsyayê ne.

Serokê Kûbayê Mîgûel Dîaz-Canel dema serdana serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyar kir ku ew dê bi hev re li dijî Amerîkayê rawestin.

Hat ragihandin ku Îbrahîm Reîsî li welatên Amerîkaya Latîn hejmarek peymanên hevkariyê yên siyasî, perwerdehî, aborî û bazirganî îmze kirin.

Hêjayî gotinê ye, ew welatên Amerîkaya Latîn ku Îran pêwendiyên xwe bi wan re xurt dike heman wekî Îranê di bin ambargo û dorpêçên Amerîkayê de ne û herwiha piştevanên Moskowê ne.