Welatên Amerîkaya Latîn: Ev, hewila derbeyê ye

09 January 2023 16:00 0 dîtin
Welatên Amerîkaya Latîn: Ev, hewila derbeyê ye

PeyamaKurd- Êrîşa li ser Kongreya Neteweyî ya bi sedan alîgirên Serokomarê berê Jair Bolsonaro ya li Brezilyayê, rastî bertekên welatên Amerîkaya Latîn hat.

Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro, li ser mijarê daxuyanî da û di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de Rêxistina Dewletên Amerîkayê (OAS) banga civîneke awarte kir û destwerdana li Kongreyê wekî "hewildana derbeyê" pênase kir.

Gustavo Petro, piştgiriya xwe ya ji bo Serokdewletê Brezilyayê Luiz Inacio Lula da Silva anî zimên û got,

"Hemû piştevaniya min, bi Lula û gelê Brezilyayê re ye. Faşîzmê, biryara derbeyê da. Rastgiran tundiyê tercih kirin." 

Serokomarê Şîliyê Gabriel Boriç jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev rewş rexne kir û got,

"Em piştgiriya xwe ya ji bo Lula radigihînin. Ev, êrîşeke tirsonekî û hovane ya li dijî demokrasiyê ye."

Serokdewletê Arjantînê Alberto Fernandez jî wekî serokewketên din, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî got ku

“Em bi gelê Brezilyayê re ne. Werin em dilsoziya xwe bi hikûmeta ku Brezilyayê bi awayekî demokratîk hilbijartiye bi biryar û yekîtiyê nîşan bidin. Demokrasî yekane pergala siyasî ye ku azadiyan misoger dike û me neçar dike ku rêzê li biryara gel bigirin. ”

Wezîrê Karên Derve yê Arjantînê Santiago Cafiero jî bi heman awayî da zanîn ku ew vê çalakiyê şermezar dikin û diyar kir ku ew li cem Serokdewletê Brezilyayê Lula û gelê wî ne.

Serokê Panamayê Laurentino Cortizo jî ragihand ku wan êrîşa li ser Kongreyê red kir û ji gelê Brezîlyayê û Lula re "piştgiriya bê şert" ragihand.