IMF: “Krediyên Kovid-19 ê %62 yê wan me da welatên Amerîka Latînî”

16 December 2020 02:43 0 dîtin
IMF: “Krediyên Kovid-19 ê %62 yê wan me da welatên Amerîka Latînî”

PeyamaKurd – Seroka Fona Pera ya Navdewletî (IMF) Kristalina Georgieva, bi sedema encama Kovid-19 ê ku aboriya welatên dinyayê perîşan bûn, bo pişta aboriya xwe rast bikin krediyên ku dane, %62 yê wan bo welatên Amerîka Latînî dane.

Georgieva, tevlî konferansa ku ji aliyê Civaka Amerîka/Konseya Amerîkayê (AS/COA) de hat kirin, ya di bin navê " Amerîka Latînî û Kovid-19: Ji krîza kûr ber bi dahatûyekî berxwedêr ve” bû û got ku Amerîka Latînî nûfûsa wê % 8 ê nûfûsa dinyayê û enfeksiyonên Kovid-19 ê ji 20 ê wan li herêmê hatine dîtin.

Georgieva her weha behsa pêşdeçûna aboriya dinyayê ya sala 2021 ê jî kir û got aboriya kureyî wê %5,2 mezin bibe. Welatên bipêşde diçin wê %6 aboriya wan mezin bibe û welatên Amerîka Latînî wê %3,6 mezin bibin û ev tev texmînin.

Georgieva ragihand ku hêza IMF ê heye alîkariya herêmê bike û bo welatên xwe kesk bikin, bibin xwedanê aboriyeka dîjîtal û adil dikarin alîkariya wan bikin.