Welatên G7 jî Îranê sermezar kirin

15 April 2024 00:12 0 dîtin
Welatên G7 jî Îranê sermezar kirin

PeyamaKurd - Welatên G7 ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Almanya, Frensa, Brîtanya, Îtalya, Kanada û Japonyayê pêk tên, hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê bi bi tundî şermezar kirin.

Li ser bangewaziya seroka niha ya G7an Îtalyayê, serokên welatên endam bi vîdeokonferansê ji bo hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê civiyan.

 Di danezana civîna G7an de ji ber hêrişa li dijî Îsraîlê rejîma Îranê bi tundî hate şermezarkirin û wiha hate gotin:

"Em wek endamên G7an hêrişa rasterast û nedîtî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê bi tundî şermezar dikin. Îranê bi sedan firokeyên bêmirov û mûşekên balîstîk avêtin Îsraîlê. Îsraîlê bi alîkariya hevkarên xwe ev hêriş pûç kir."

Di daxuyaniyê de ji bo Îsraîl û gelê wê piştgirî û piştevaniya tam hat ragihandin û wiha hat gotin: "Em careke din biryardariya xwe ya li hemberî ewlehiya Îsraîlê piştrast dikin. Îranê bi kiryarên xwe ji bo nearamkirina herêmê gaveke din avêt û vê yekê jî metirsiya peydakirina rageşiya herêmê ya bê kontrol zêdetir kir."

"Em ê ji bo ji holêrakirina alozî û aramkirina rewşê bê navber hewl bidin. Bi vê mebestê em daxwaz dikin ku Îran û alîgirên wê hêrişên xwe rawestînin û em niha amade ne ku ji bo bersivdana hewildanên bêaramkirinê tevbigerin."