Li Çemçemalê xwepêsandana sermezarkirina êrîsên Îranê

29 January 2024 13:34 0 dîtin
Li Çemçemalê xwepêsandana sermezarkirina êrîsên Îranê

PeyamaKurd – Li bajarokê Çemçemal ê Silêmaniyê ji bo şermezarkirina êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê ku şeva  15ê Çileyê hatibû kirin û 5 sivîlan can dabû, xwepêşandaneke mezin birêve diçe.

Xwepêşanderên Kurd bi mebesta şermezarkirina êrîşên Îranê bi giştî û êrîşa ser Hewlêrê pasdarên Îranê dimeşin û bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê dikin ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Herêma Kurdistanê gavan bavêjin.

Xwepêşanderekî Çememalê dibêje: “Armanca Îranê tenê ew e ku aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe. Tawanbariyên li dijî sivîlên li Hewlêrê ne rast in, ji ber ku komîteya parlamentoya Iraqê û komîteya ewlehiyê ya Iraqê piştrast kirin ku ti bingeheke Îsraîlê tune bû.”

Xwepêşander dixwazin li hemberî êrîşan Kurd bi yekhelwest û hevgirtî bin daku li dijî vê zilma tê kirin derkevin.

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de, ji bilî Çemçemalê xwepêşandanên mezin ên şermezarkirina êrîşên Îranê, li Duhok, Zaxo, Hewlêr, Raperîn, Ranya û çend deverên din ên Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin.