Ji YNK, Komel, Yekgirtû û Goran daxuyaniyên sermezarkirina êrîsên Îranê...
PeyamaKurd – Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bertek ji êrîşên Îranê yên şeva borî bi ser Hewlêrê de nîşandan û êrîşa terorîstî ya bêsedem a Supaya Pasdarên Îranê û komên giredayî wê yên li Iraqê şermezar kirin.
Partiyan bang li hikûmeta federal a Iraqê kir ku parastina serwerî û ewlehiya erdên Iraq û Kurdistanê bike.
Buroya Siyasî ya YNKê êrîşên bi moşekên balîstîkî û dronan bi ser herêmên sivîl ên Herêma Kurdistanê de bi daxuyaniyekê şermezar kir û ragihand, ew êrîş dijî serweriya Iraqê û ya Herêma Kurndistanê ne ku bi fermî statuya wê tê naskirin. YNKê diyar kir ku welatiyên sivîl ên Kurdistanê di bin gefeke cidî ya van êrîşan de ne û da zanîn, parastina ewlehî û rûmeta xwe erkê hikûmeta federal e.
Tevgera Goran jî êrîş şermezar kir û sersaxî da malbatên ku endamên wan di êrîşên Îranê şehîd bûne.
Tevgera Goran bang li partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir, ji bo aştî û ewlehiyê bihevre bersiva gefên dijî îstiqrarê, zehmetî û arîşeyan bidin.
Koma Dadwerî (Komel) di daxuyaniya xwe de, êrîş şermezar kir û da zanîn, ev ne yekem êrîşa welatên cîran e bi ser Herêma Kurdistanê de.
Yekgirtuya Îslamî jî ligel şermezarkirina êrîşên Îranê, bangewazî kir, ji bo dubarenebûna van êrîşên binpêkirina serweriya Kurdistan û Iraqê, xeranebûna aştî û ewlehiyê divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin