Baregehên PDK, Goran û Komela Îslamî hatin sewitandin

07 December 2020 17:42 0 dîtin
Baregehên PDK, Goran û Komela Îslamî hatin sewitandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku beşek ji xwepêşanderên bi hinceta muçeyan derketin kolanan li Seyîdsadiqê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê şewitandin.

Li gorî nûçeya K24ê îro beşek ji xwepêşanderan êrîş kirin ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goran û Komela Îslamî li bajarokê Seyîdsadiq û baregehên wan şewitandin.

Hat diyarkirin ku xwepêşander hewl didin baregehên partiyên din ên li Seyîdsadiq jî bişewitînin.

Li gorî hinek çavkaniyan destê Heşda Şeibî û komên çekdar di van êrîşan de heye ku ji nerazîbûnên xelkê sûde werdigirin û provokasyonan dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh jî li nehiya Pîremegrûn a parêzgeha Silêmaniyê, beşek ji xwepêşanderan êrîşî ser baregeha PDKê û baregeha komîteya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) kiribûn.