Ji gelek welatan daxuyaniyên sermezarkirina êrîsa Parîsê: Divê nefret bi ser nekeve!

24 December 2022 13:00 0 dîtin
Ji gelek welatan daxuyaniyên sermezarkirina êrîsa Parîsê: Divê nefret bi ser nekeve!

PeyamaKurd – Ji aliyê gelek welatan ve êrîşa doh 23yê Kanûnê ya ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê ku 3 Kurd hatin kuştin, şermezar kir û bertek nîşan dan.

Amerîka:

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, “Ez ji qurbaniyên êrîşa li ser navenda çanda Kurdî ya Parîsê re sersaxiyê dixwazim. Di vê roja xemgîn de dil û ramanên min bi civaka Kurd û gelê Fransa re ye.”

Brîtanya:

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly, di peyama xwe ya li ser Twitterê de got: "Me îro nûçeyên trajîk derbarê êrîşa çekdarî ya Parîsê de wergirtin. Em hevxemên qurbaniyan û malbatên wan in. Wekî Brîtanya em amade ne çi ji destê me bê bikin.”

Avusturya:

Wezareta Derve ya Avusturyayê peyamek belav kir û diyar kir, li Parîsê êrîşeke tirsnak hatiye encamdan û tevî nîşandana hevxemiyê destnîşan kir,“Wê nefret bi ser nekeve”.

Almanya:

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz jî di peyama xwe de got: “Vê êrîşa tirsnak Parîs hejand. Ez vê êrîşa hovane ya li paytexta Fransa Parîsê şermezar dikim. Ji bo qurbaniyan dua dikim û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazim.”

Li aliyê din Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî diyar kir, "Divê teqez nefret bi ser nekeve.”

Hêjayî gotinê ye, di serî de Serokê Fransa Emmanuel Macron û rayedarên Fransî êrîş bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku lêkolînên li ser bûyerê berdewam dikin.