Komeleya Sêx Seîd banga lêborîn xwestinê û eskerekirina cihê goran kir
PeyamaKurd - Komeleya Şêx Seîd, li Diyarbekirê bi boneya salvegera 95emîn a darvekirina Şêx Saîd û 47 hevalên wî civîneke rojnamevanî li dar xist.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Saîd, Fehat Ozsoy di civînê de da xuyakirin ku Şêx Seîd Efendî û hevalan wî yên li hember zilmê û inkarê serî hildan di 29ê Hezîran 1925an de ji aliyê Dadgehên Îstiqlalê ve hatin şehîdkirin û îro salvegera wan a 95emîn e.
Ozsoy diyar kir, "Divê heqîqeta berxwedana 1925an derkeve holê. Berpirsiyariya hemû hêzên herêmî, xwecihî û navnetewî derkeve holê û lêborîn bê xwestin."
Ozsoy got: "Rejimê dema hewl da hemû gelên erdnîgariya Kurdistanê hem ji alî milî ve hem ji alî dînî ve tevî nirxên xwe bi giştî tune bike û ji hev belav bike, Şêx Seîd Efendî, hevalên wî yên dozê û Kurdistaniyan serî li ber wê netewandin û li ber xwe dan.”
Ozsoy gotinên Şêx Saîd yên li ber sêdarê bibîr xistin û wiha axivî:
"Ez niha dikim ji jiyana fanî bar bikim. Ez ne poşman im ku di ber gelê xwe û baweriya xwe de feda bûme. Hew bila neviyên min, min mehcub dernexin" bibîr xistin û wiha bilêv kir: "Em bawer dikin û gazî dikin ku gelê me di çarçoveya maf û edaletê de pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, lihevkirinekê bike û li ser vê bingehê bi hemû qewm û dewletên din re bi wekhevî û yekmafî bijî. Di şexsiyeta şehîdên Berxwedana 1925an de; em hemû şehîdên jiyana xwe di ber maf, edalet, rûmet û azadiyê feda kirine bi bîr tînin. Em bi bîranîna wan ve girêdayî ne û biryara me pêkanîna hêviyên wan e."
Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Saîd, Fehat Ozsoy di dawiya axaftina xwe de, banga eşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî kir û ev daxwazên xwe anîn ziman:
"Em dixwazin heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê. Berpirsiyariya hemû hêzên herêmî, xwecihî û navnetewî derkeve holê û lêborîna xwe bixwazin.
Hemû mafên hatine desteserkirin bên îadekirin û mafê wan ê manewî were tazmînkirin û bi vê armancê lijneyeke bêalî were avakirin ku lêkolîna wê bike.
Gorna Şehîd Şêx Seîdê Efendî û hevalên wî ku li Qada Şêx Seîd e teslîmî malbatên wan bibe.
Gorna Xalid Begê Cibran, Mele Seîdê Kurdî (Nursi), Seyid Riza û hemû gornên mezlûman teslîmî malbatên wan bibe, ku malbatên wan ji kêlek gornê hatine mehrûmkirin.
Em dixwazin wesiyeta wan bi cih bînin, ku dixwestin kêla gorna wan were danîn û bi vî rengî em berpirsiyariya xwe bi cih bînin."
95 sal berê Şêx Seîd Efendî û 46 hevrêyên wî li Diyarbekirê hatin şehîdkirin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin