Komeleya Sêx Seîd sibe dozê li Umît Ozdag vedike
PeyamaKurd – Piştî gotinên sivikatiya li Rêberê Kurd Şêx Seîd yên Serokê Partiya Zafer Umît Ozdag ku nijadperestiya tirkîtiyê dike, Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî dozê lê vedike. Ozdag li ser Twitterê li ser parvekirinên parêzerê Kurd Sidkî Zîlan, heqaret û sivikatî li Şêx Seîd Efendî kiribû ku gelek bertek jê re hatin nîşandan.
Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî Kasim Firat got ku ew dê li dijî Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku sivikatî li Şêx Seîd kiriye, li dadgehê gilî bikin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Kasim Firatê nêviyê Şêx Seîd gotiye, ew dê giliyê Umît Ozdag li dadgehê bikin û ew bi rêveber û parêzerên komeleyê re, li ser vê rewşê axivîne û dê sibe 16ê Tebaxê jî ligel Baroya Amedê li dijî Ozdag giliyên xwe tomar bikin.
Firat got: "Em nizanin çima wiha diaxive. Mêş biçûk e, lê mehdê mirov li hev dixe. Lê em dê li ser rêya xwe berdewam bin."
Herwiha Kasim Firat, li ser hesabê xwe yê twitterê jî bersiva Ozdag dabû û gotibû: “Behr bi devê kûçikan naherime. Kesên ku zimandirêjiyê û heqaretê li Şêx Seîd Efendî dikin, divê bizanibin em qet ji zalimên zordar û hevkarên wan netirsiyan, serî netewand. Şêx Seîd Efendî rûmeta gelê Kurd û bawermendan e. Ez bawer im ku ew ê bersiva pêwîst bidin faşîstên dijûnker.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin