Nêçîrvan Barzanî cewaba têkdana Goran û Komelê da

28 March 2018 17:38 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî cewaba têkdana Goran û Komelê da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, rexneyên tund li Bizava Goranê û Komeleya Îslamî girt û got ew rê nadin ku partiyên siyasî li Kurdistanê tevdanê derxin û fesadiyê bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê, di civîna rojnamevaniyê ya îro de li ser xwepêşandana mamosteyan ku geriyaye propagandaya partiyên siyasî axivî.

Li ser daxuyaniya Komeleya Îslamî û Bizava Goranê ku îdia dikin hêzên emnî bi tundî muameleyê digel mamosteyan dikin Nêçîrvan Barzanî got: "Em bi tu awayî rê nadin ku ajawe/anarkî durist bibe û rêgirî li jiyana asayî were girtin."

Barzanî wiha axivî:
"Eger mebesta partiyên siyasî xwepêşandana li dijî hikûmetê be bila kerem bikin destûrê bistînin û derketin qadê. Lê em bi tu awayî rê nadin ku rewşa mamosteyan îstîsmar bikin û van xwepêşanan ji bo meramên xwe yên siyasî bixebitînin."

Herwiha Serokwezîrê Kurdistanê got ew pê dizanin ku parlamenterên van partiyan ji Îbadî daxwaz kirine mûçe teslîmî hikûmeta Kurdistanê neke. Loma jî meaş dereng ketine û fermanber zêdetir ketine tengasiyê.