Nêçîrvan Barzanî û herdu cîgirên xwe serdana YNK û Tevgera Goran kirin

26 November 2019 17:53 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û herdu cîgirên xwe serdana YNK û Tevgera Goran kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ûherdu cîgirên xwe Mistefa Seîd Qadir û Cehfer Şêx Mistefa, li Silêmaniyê serdana Navenda Giştî ya Tevgera Goran kirin. Piştre jî şanda serokatiyê serdana YNKê kir û bi Kosret Resûl re hevdîtinek pêk anî.

Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê dê herwisa li Silêmaniyê serdana aliyên din ên siyasî jî bike ku mebest yekrêzîya alîyên sîyasî û yekhelwestîya Kurdan li hember Bexdayê ye.

Herwiha mijareke din a girîng di vê serdanê de jî pêkanîna hevpeymaniya Kurdistanî li Bexdayê ye.

Di civîna Nêçîrvan Barzanî ya ligel Tevgera Goran de, hat diyarkirin ku asayîkirina peywendiyên di navbera Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî hatine axaftin û piştî hilbijartinên 12ê Gulana par ku bi taybet Şêx Cehfer Şêx Mistefa Endamê Polîtburoya YNKê bû, bi hêzekê çû ser Girê Zergete ku navenda giştî ya Goran û navend gulebaran kirin. Ev bûyer bibû sedema nakokiyan.

Li gorî agahiyên Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Goran Şemal Ebdulwefa dane medyayê, di civînê de qala peywendiyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê hatine kirin û beşek ji taybet têkildarî asayîkirina peywendiyên di navbera YNK û Tevgera Goran de bûye.

 Ebdulwefa got: "Di civînê de Şêx Cehfer Şêx Mistefa derbarê bûyerên gulebarankirina navenda Tevgera Goran de daxwaza lêborînê ji Goran kiriye.”

Piştî hevdînê Nêçîrvan Barzanî û cîgirên xwe çûn ser gora Newşîrwan Mistefa.

Nêçîrvan Barzanî herwiha li Silêmaniyê serdana YNKê jî kir û bi cîgirê duyem ê sekreterê giştî yê partiyê Kosret Resûl re civiya.