Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê re civiyan: Herdu serok hevnêrîn in

24 May 2024 19:35 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê re civiyan: Herdu serok hevnêrîn in

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi serdaneke fermî li Îmaratên Erebî ye.

Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayd Al Nehyan ve li Ebu Dabî ya payexta Îmaratê pêşwazî kir.

Barzanî li Îmartê bi germî hate pêşwazîkirin ku piştre li ser pêwendiyên dualî hevdîtin kirin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ya Îmaratê got: “Nêçîrvan Barzanî û Al Nehyan li ser aloziyên li herêmê hevnêrîn in. Ev serdana Barzanî dê di berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê de be.”