Nêçîrvan Barzanî serokê Tevgera Goran pîroz kir
PeyamaKurd- Bi sedema hilbijartina Emer Seyîd Elî bo serokatiya Tevgera Goran, serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî wî pîroz kir. Barzanî di serokatiya Emer Seyîd Elî de, bo wî serkeftinê xwest.
Nêçîrvan Barzanî îro êvarê bi rêya telefonê li serokê nû yê ku dubare hat hilbijartin bo serokatiya Tevgera Goran, li Emer Seyîd Elî geriya û pîrozbahiya wî kir. Barzanî got ku ew bi sedema xebat, têkoşîn û kesayetiya xwe hêjayê dubare hilbijartina serokatiya Tevgera Goranê ye. Barzanî ji Emer Seyîd Elî û tîma wî ya nû re, bo rêvebiriya Tevgera Goranê serkeftinê xwest.
Serokê Tevgera Goran Emer Seyîd Elî jî bo serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sipasiya xwe kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin