Nêçîrvan Barzanî di navbera YNK û Goranê de navbeynkariyê dike
PeyamaKurd - Bi armanca pêkanîna yekîtî û yekdengiyê di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de û herwiha ji bo asayîkirina pêwendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Silêmaniyê dike û bi cuda li gel YNK û Goranê dicive.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, beriya ku Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li gel Goranê bicive, Desteya Cîbicîkirinê ya Goranê dê civînekê bikin, da ku bizanin di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî de behsa çi bikin û gelo helwesta Goranê li ser asayîkirina têkiliyên bi YNKê re çi be.
Li gorî zanyariyan xala yekem û armanca serekî ya serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bo baregeha Goranê û civîna wî li gel Sekreterê Giştî û endamên Desteya Cîbicîkirinê, asayîkirina peywendiyên navbera Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer û Tevgera Goranê ye, ku ji sala 2018an ve û di dema ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê de alozî di navbera wan de çê bûbû û Tevgera Goranê li dadgehê doz li dijî Şêx Ceifer vekiribû.”
Di serdana îro ya bo Silêmaniyê de, herdu cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa û Mistefa Seydi Qadir û herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî bi Nêçîrvan Barzanî re ne.
Piştî hevdîtina li gel berpirsên Goranê, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê li mala Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, li gel polîtboruya wê partiyê bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin