Nêçîrvan Barzanî, li ser pirsgirêkên navbera PDK û YNKê axivî
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku diyar kir wan di Konferansa Ewlekariyê ya Munihê de gelek hevdîtinên girîng pêk hanîn, da zanîn ku piştî ew ji Munihê vegerin dê li ser hilbijartinan rawestin. Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku ew ê bi aliyên siyasî re bi rojeva "hilbijartinan" hevdîtinan pêk bînin.
Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî ki ku di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de pirsgirêk hene û diyar kir ku ew hemû pirsgirêk ewqas mezin nîn in ku bibin sedema nîgeraniyê.
Serkê Herêma Kurdistanê, di derbarê pirsgirêkên navbera PDK û YNKê de wiha axivî:
“Ez naxwazim pirsgirêkan biçûk binirxînim û bibêjim her tişt baş e ji ber ku ne wisa ye, pirsgirêk hene lê gelo ev pirsgirêk metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê dikin? Li gorî min metirsiyên mezin nakin.”
Barzanî diyar kir ku tevî cudabûnan jî tişta sereke netewe ye û got,
“Rast e nakokiyên me hene, aliyên me yên cuda hene, lê di encamê de welatê me heye. Ev welat û ev gel wê bimîne. Divê hêzên siyasî li gorî berjewendiyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê biryaran bidin.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew ji ber bipaşxistina dan û stendinên PDK û YNKê nîgeran in û hêvîdar in di demeke nêzîk de her du alî careke din bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin