Nêçîrvan Barzanî: Em pistevaniya çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Kurdistan û Iraqê dikin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, "Em piştevaniya çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi rêya diyalogê dikin."
Merasîma ku ji bo “Roja Şehîdên Iraqê” û bîranîna Muhammed Bekir Hekîm hat organîzekirin, li Navenda Tevgera Hikmetê destpê kir.
Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek rayedarên payebilind beşdarî merasîma bîranînê bûn.
“DIVÊ MAKEQANÛN NEYê BINPÊKIRIN”
Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe ya li vê merasîmê de got, “Weke damezrînerê opozîsyona Iraqê rêz û hurmeteke mezin ji bo Mihemed Bekir Hekîm ji aliyê gelê Kurdistanê ve hebû.
Di sala 1986an de li gel bavê min Îdrîs Barzanî her tim bawerî bi guhertin û serkeftinê hebû, weke ku di şerê li dijî dîktatoriya Iraqê de nêrîna Şîe û Kurdistanî li hev bikin.
Di berdewamiyê de eşkere kir, Mihemed Bekir Hekîm herwiha pêwendiyeke girîng bi Serok Barzanî û Mam Celal Talebanî re hebû bo yekxistina opozîsyona Iraqê li dijî dîktatoriyê. Wan hewl da ku dîtina Iraqê bigihînin asteke hemdem."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir, Muhammed Bekir Hekîm alîgirê hevgirtina fikrên cuda ye.
“Wî her tim ji bo gelên Iraqê di nava aştiyê de bi hev re bijîn xebitiye. Serokê Tevgera Rizgarîxwaziya Netewî ya Kurd Mela Mistefa Barzanî beriya niha bi rayedarên Şîe yên Iraqê re têkiliyên baş hebûn. Hewl dan Iraqê ji dîktatoriya wê rizgar bikin. Dema ku di sala 1974an de fetwaya kuştina Kurdan hat dayîn, Muhammed Bekir Hekîm piştgirî da Kurdan û ew fetwa red kir. Da zanîn ku divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyên wan di makezagonê de cih bigirin.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku Destûra Iraqê girêbesteke civakî û siyasî ye û tekez jî li ser wê yekê kir ku nabe destûr were binpêkirin.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, “Em weke Herêma Kurdistanê piştgiriya hikûmeta Mihemed Şîa ya Sûdanî dikin ku li gorî destûr û rêkeftinê hatiye avakirin. Em hêvîdar in ku di hemû maddeyên di avakirina kabîneya hikûmetê de hatine diyarkirin de cih bigire. Herwiha em piştevaniya çareserkirina hemû kêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi rêya diyalogê dikin.”
Kuştina Li Dijî Hekîm
Rêberê Şîa Seyîd Muhammed Bekir Hekîm di Tebaxa 2003an de li bajarê Necefê yê Iraqê hat kuştin.
Cenazeyê Hekîm di 2yê Îlona 2003'an de bi merasîmeke bi beşdariya sed hezaran kesî hate definkirin.
Piştî êrîşê, malbata Hekîm nekarî hemû termê wî bibînin û tabûta sembolîk a ku saet, pênûs û zengila dawetê ya rêberê Şîe tê de bû, li Meydana Şoreşê ya sala 1920ê spartin axê.
Li aliyê din di êrîşa bombeyî ya di Tebaxa 2003an de ji bilî El Hekîm 84 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin